Nirxê zeytê li Efrînê bi yek carî daketiye
Welat TV - Hewlêr
Îsal nirxê zeyta zeytûnan li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê bi yek carî erzan bûye, cotkar û bazirgan gilî û gazinên xwe dikin, û tekez dikin ku nirx berewedî bi salî bûrî re gelekî daketiye û erzan bûye.
Ehmed Heyder karmendekî guvajgehê ye, ji Welat TV re got: Îsal guvajgehên zeytûnan li Efrînê zû hatin rawestandin, lê ne cotkar ne jî xwediyên guvajgahena razî ne ji ber ku îsal bi yek carî nirxê zeytê erzan bûye.
Heyder diyar kir, îsal nirxê yek teneke zeytê (16 litr) bi 50 dolarî ye, sala bûrî bi 110 dolaran dihat fitoin ew yek ziyaneke mezin gihandiye cotkar û xwediyên guvajhegan.
"Lîstika bazirganan e"
Heyder behsa sedemên daketina nirxê zeytê dike û got, lîstika bazirganan e dixwazin niha bikirin û ziyan li ser cotkaran e.
"Têra têçûnê nake"
Hesen Ebdo bazirganekî zeytê ye, da zanîn, nirxê 50 dolaran têra têçûnê nake û bang kir ku rê vebin da ku zeyta wan li Efrînê derkeve û bi nirxekî baş were firotin.
Li herêma Efrînê, cotkar ji ber kêmbûna nirxê zeytê gilî û gazinên xwe dikin ji bilî wê, bac, têçûna daran bare wan girrantirî kiriye.