Urdun dest danî ser 200 hezar hebî Kiptagonê
Welat TV - Hewlêr
Artêşa Urdunê dest danî ser barhilgireke barkirî bi madeyên hişbir ji Sûriyê dihat ku ev pêncem car e di heyama hefteyekê de.
Di daxuyaniyeke xwe de, artêşa Urdunê ragihand, ku wê êvara Pêncşemê 21ê Berçileya 2023yan, dest danî ser derdora 200 hezar hebî Kiptagon û 209 tûrên Heşîşê ku qaçaxçîne hewla derbaskirina wan ji Sûriyê bo Urdunê dikirin.
Di salên borî de, çêkirina û belavkirina madeyên hişbir bûye jêdera aborî ya sereke ya rêjîma Sûriyê û milîsên ser bi Îranê ve, torên wan ên qaçaxçiyê madeyên hişber li hundir û derveyî Sûriyê belav dikin.
Li gorî malpera "Al-Monitor" ya Emerîkî, derdora 80 % ji Kiptagona li cîhanê li Sûriyê tê çêkirin û Beşar Elesed û kesên bi ser ve bi alîkariya Hîzbûlah a Lubnanî û milîsên ser bi Îranê ve çêkirin û bazirganiya Kiptagonê bi rê ve dibin.