Yekîtiya Ewropayê 3 wezîrên rejîma Sûriyê siza dide

Yekîtiya Ewropayê 3 wezîrên rejîma Sûriyê siza dide

Welat TV - Hewlêr
Yekîtiya Ewropayê sê wezîrên hikûmeta rejîma Sûriyê xistin nav lîsteya sizayan, ji ber "zordariya berdewam û binpêkirina mafên mirovan" li Sûriyê.

Encûmena Ewropî di daxuyaniyekê ragihand ku navê her yek ji Wezîrê Bazirganiya Navxweyî Luey Îmad El-Dîn El-Munecîd, Wezîrê Petrolê Fîras Hesen Qedûr û Wezîrê Dewletê Ehmed Mihemed Bustacî, êdî derbasî lîsteya sizayan bûye.

Encûmena Ewropî diyar kir jî ku ev biriyar ji ber "berpirsiyariya wezîrên navborî ji ber çewisandina tund ji aliyê rêjîma Sûriyê ve li dijî xelkê sivîl" hatiye standin.

Sizayên ku hatine sepandin, cemidandina samanan, rêgirtin li welatî û kompaniyayên Yekîtiya Ewropî ji dana pere û fonan ji kesên di lîsteyê re, û herweha qedexekirina derbasbûna welatên Ewropî, vedihewîne.

Bi vî awayî hejmara kesên Sûrî yên di bin sizayên Ewropî de bû 318 kes û 86 rêxistin.

Herweha Encûmena Ewropî di daxuyaniya xwe de tekez kir ku, çareseriya siyasî ya li gorî biriyara Encûmena Ewlekariya Navdewletî ya hejmare 2254, take rê ye li pêş pêkanîna aştiya domdar li Sûriyê. Diyar kir jî ku, ev sizayên Ewropî bi rengekî hatine sepandin, ku ti kelemê nexe pêş şandina alîkariyên mirovî, ji ber ku şandina xorak û derman û kelûpelên pizîşkî venagire.