Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji hin encamên serjimêriyê ”dilgiran e”
Welat TV - Hewlêr
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, di serjêmriya vê dawiyê de bi sed hezara niştecihên navçeyên sînorî, di nav nifûsa Başûrê Kurdistanê de nehatine hejmartin, li ser vê yekê jî dilgiraniya xwe anî ziman.
Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê, duh, Çarşem 27ê Mijdarê, civîna xwe bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî li dar xist.
Di destpêka civînê de, Wezîrê pilandanînê Dara Reşîd, raportek derbarê cîbicîkirina qonaxa pirsnameya malbatî di çarçoveya serjimêriya giştî ya nifûs û xaniyan li Iraq û Herêma Kurdistanê nirxandin û serkeftina proseyê piştrast kir û behsa pêngavên paşarojê kir.
Dara Reşîd amaje bi wê yekê kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewil daye ku serjimêriyek rast were pêkanîn ku di xizmeta armancên geşepêdanê de û dûr ji bikaranîna siyasî, bi taybetî li navçeyên Kurdistanî yên veqetandî.
Herweha Reşîd encamên destpêkê yên serjimêriyê pêşkêş kirin û daxwaz kir ku rêjeya nû ya niştecihên Herêma Kurdistanê wek bingehek ji bo diyarkirina mafê wê di bûdceya federal de, ji nav wan pişka herêmê ji mûçe, pileyên kar û terxankirina darayî ji bo pirojeyên weberhênanê.
Ji aliyê xwe ve Encûmena Wezîran beşdariya xelkên Herêma Kurdistanê bi taybet li navçeyên veqetandî di proseyê de bilind nirxand û spasiya sazî û dezgehan kir ku di serkeftina serjimariyê de beşdar bûne.
Di heman demê de, Encûmena Wezîran dilgiraniya xwe nîşan da ku bi sed hezaran niştecihên navçeyên sînorî, mîna li Şêxan, Zelkan, Kelkçî, Faydê, beşek ji qezaya Sêmêlê, qezayên Xebat, Berdereş û Mexmûrê, di nav niştecihên Herêma Kurdistanê de nehatine hejmartin û daxwaz ji hikûmeta federal kir ku vê rewşê serrast bike.
Encûmenê Wezîrên Herêma Kurdistanê, ferman da Sekreteriya Encûmenê ku nameyek fermî ji hikûmeta federal re amade bike, da ku rêjeya nû ya niştecihên herêmê qebûl bike, wek bingehek ji bo destnîşankirina para wê ji mafên destûrî di sala darayî ya 2025an de.
Proseya serjimêriyê
Di navbera 20 û 21ê Mijdarê de, dehemîn proseya serjimêriya giştî li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê bi rê ve çû.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şeyaa Sûdanî di konferansekî rojnamevanî de roja, Dûşem 25ê Mijdarê, ji Bexdayê ragihand ku ”hejmara giştî ya niştecihên Iraqê 45 milyon û 407 hezar kes derbas kiriye” ji sedî 70.3yê wan li bajarn dijîn û 29.7ê wan li gund û bajarokan dijîn.
Di heman rojê de, Wezîrê Pilandanînê Dara Reşid ragihand ku li gor encamên destpêkî ”nifûsa Herêma Kurdistanê 6 milyon û 370 hezar û 668 kes e.” Wate ji sedî 14ê nifûsa Iraqê.