Li bakurê-rojavayê Sûriyê çi diqewim e?

Li bakurê-rojavayê Sûriyê çi diqewim e?

Welat TV - Hewlêr
Hin grûpên çekdar li Sûriyê êrîş berfereh li dij hejmarek pêgehên rêjîma Sûriyê dan destpêkirin. Li gor çavkaniyên leşkerî yên Sûrî, êrîş bi serkêşiya Desteya Tehrîr El-Şam e, ji parêzgeha Idlibê, ya di bin kontrol diwê de, ber bi parêzgeha Helebê ve dets pê kiriye.

Li gor ku Odeya Operasyonan a komên çekdar diyar kiriye, wan karî dest deynin ser 10 pêgehên rêjîma Sûriyê. Ev pêşkeftina meydanî ya yekem e ji vî rengî ji Adara 2020an ve, dema ku Rûsya û Turkiyê rêkeftina agirbestê îmze kirin û piştre pevçûnên tund li herêmê bi dawî hatin.

Desteya Tehrîr El-Şam ku ji aliyê Emerîkayê ve weke rêxistinek terorîst hatiye binavkirin, bi salan e ku bi komên ku Turkiye piştgiriya wan dike re hevrikiyê dike ku pêgeha xwe li herêmên bakurê rojavayê Sûriyê bihêztir bike.

Rewşa herî dawî

Li gor jêderên leşkerî yên Sûriyê, çekdaran nêzîkî derdora bajarê Helebê bûne û tenê 10 kîlometran jê dûrin, herweha êrîşî bajarokên Nubl û El-Zehraa kirine, ku ji ber hebûna çekdarên Hizbullahê xwedî girîngiyeke stratejîk in. Herweha balefirgeha Neyrab a ku bingeheke sereke ya komên alîgirên Îranê ye, jî  armanc kirin.

Di encama pevçûnan de zêdetirî 130 endamên her du aliyan hatin kuştin, li gorî amarek nû ya Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov.

Bersivdayîna Artêşa Sûriyê 
Li hember vê êrîşê, rêjîma Sûriyê bombebarana xwe ya li ser çeperên komên çekdar ên li herêmên başûrê Idlibê zêde kir, bajarên wekî Erîha û Sermedayê kirin hedef û di encamê de bi sedan malbat ber bi deverên sînorî yên bi Turkiyê re reviyan.

Girîngiya dem û armancên operasyonê
Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov Ramî Ebdulrehman derbarê dema operasyonê de got: "Ev pêşveçûn yekem e di sê salan de, û xuya ye ku ji derve hatiye hevahengkirin." Wî bal kişand ser wê yekê ku ev êrîş piştî agirbesta di navbera Îsraîl û Hizbullahê de hat, û amaje bi "hevdengiya lêkolînkirî" kir ku ji pîvanên siyasî bêpar nîne.

Ebdulrehman piştrast kir ku operasyon bi mehan hatiye amadekirin, û Desteya Tehrîr El-Şam rahênan li ser bikaranîna firokeyên bê firokevan di bin çavdêriya pisporên ji Ewropaya Rojhilat de wergirtiye.

Armancên êrîşê
Li gor nêrîna Ebdulrehman, hin aliyên derve dixwazin “rewşa li Sûriyê ji nû ve biguherînin” û got, dibe ku Turkiye yek ji wan aliyan be ku dixwaze guvaşe li rejîma Sûriyê bike ku vegere ser maseya danûstandinan.

Wî di dawiya axaftina xwe de got: Niha her kes li benda guhertinên di siyaseta Emerîkayê de ye bi vegera Donald Trump bo serokatiya Emerîkayê ku dibe ku nexşeya kontrolê li Sûriyê ji nû ve biguhere.