Hêzên Rûsî ji 7 gundên Dêra Zorê vekşiyan
Welat TV - Hewlêr
Hêzên Rûsî hejmarek xalên xwe yên leşkerî li gundewarê Dêra Zorê vala kirin.
Îro hêzên Rûsî xalên xwe li her yek ji gundên (Hisîniyê, Salihiyê, Hetla, Mirat, Mezlûm, Xeşam û Tabiyê) li rojhilatê çemê Firatê vala kirin.
Li gorî jêderên xwecihî hêzên Rûsî otombîl û alavên leşkerî ji wan gundan berev navenda bajarê Dêra Zorê birin.
Vekşana hêzên Rûsî piştî kuştina 3 milîsên bi ser Iranê ve di encama êrîşeke esmanî de li gundewarê Dêra Zorê tê.
Ev hêz 22 Cotmeha bûrî piştî zêdebûna êrîşên Hevpeymaniya Navdewletî li ser baregehên milîsên bi ser Îranê ve li derbasî wê deverê bûn.