Fîdan û Lavrov pêşhateyên Sûriyê gotûbêj kirin
Welat TV - Hewlêr
Wezîrên Derve yên Rûsya û Turkiyê dawîn pêşhateyên şer li Sûriyê gotûbêj kirin.
Ajansa Anadolu da zanîn ku îro Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan û hevşanê wî Sergey Lavrov di peywendiyeke telefonî de, pêşhateyên rewşa Sûriyê û nexşerêya Astana gotûbêj kirin.
Wezareta Derve ya Turkiyê da zanîn jî ku Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqcî dê roja Duşemê serdana Enqerê bike, bê ku tu hûrguliyan derbarê serdanê de pêşkêş bike.
*Şer berfireh dibe
Ev peywendî û serdan piştî derketina şer navbera ”Desteya Tehrîr El-Şam” û grûpên Opozisyona Sûrî li aliyekî û Rêjîma Sûrî li aliyekî din li gundewarên Heleb û Idlibê, tên.
Piştî 3 rojan ji şer, ”Tehrîr El-Şam” û grûpên Opozisyona Sûrî Heleb û deverên berfireh li gundewarê Idlibê kontirol kirin her weha derbasî navenda Hemayê bûn.