143 kes bûn qurbaniyên êrîşên Rûsya û Rêjîmê li Heleb û Idlibê

143 kes bûn qurbaniyên êrîşên Rûsya û Rêjîmê li Heleb û Idlibê

Welat TV - Hewlêr

Bi sedan kes bûn qurbaniyên êrîşên esmanî yên Rêjîma Sûrî û Rûsya li bajarên Idlib û Helebê.

Îro balafirên Rêjîm û Rûsyê hejmarek êrîş li bajarê Idlib û gundewarê wê û gundewarê Heleb, encam dan.

Li gorî amarên Berevaniya Sivîl a Sûrî, di êrîşên îro de, ta demjimêr 7ê êvarê, 143 kes bûne qurbanî, 18 kuştî (5 zarok, 11 mêr û 2 jin) û 125 birîndar (54 zarok, 32 mêr û 39 jin).

Ji 27ê Mijdarê ve, şer di navbera grûpên çekdar ên Opozisyona Sûrî û “Bereya Tehrîr El-Şam” û hêzên Rêjîma Sûrî de li Heleb û Idlib piştre li Hemayê derketiye, di encamê de bi sedan kes hatin kuştin û bi hezaran kes derbider bûne.