Erdogan: Em pêşhateyên Sûriyê dişopînin û ji her tiştekî re amad ne
Welat TV - Hewlêr
Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan da zanîn ku ew pêşhateyên Sûriyê dişopînin û ji bo her tiştekî amade ne.
Erdogan ev yek îro di kongireke Rojnamevanî de li gel serokê komara Cebel El-Eswed, ragihand.
Receb Teyib Erdogan got ku ew pêşhateyên şer ji nêzîk ve dişopînin û amade ne ji bo her tiştekî pêwîst da ku girjî li deverê kêm bibin.
Erdogan da zanîn ku hêviya wan yekîtiya xaka Sûriyê û bidawîkirina ne aramiyê ye li gor rêkeftineke ku daxwzên gelê Sûrî diparêze.
Serokê Turkiyê diyar kir ku ew pêşhateyên meydanî li Sûriyê ji nêzîk ve dişopînin û hemû rêkarên pêwîst ji bo her pêşhateyekê satndine.
►Her weha bixwîne: Fîdan û Eraqcî pêşhateyên Sûriyê gotûbêj kirin