Jineke Kurd û keça wê di şerê Helebê de bûne qurbanî

Jineke Kurd û keça wê di şerê Helebê de bûne qurbanî

Welat TV - Hewlêr

Jineke Kurd li gel keça xwe di şerê Helebê de bûne qurbanî û jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên ji Taxa Şêx Meqsûd bi destê Welat TV ketine, jina Kurd Heyam Yûşiv Reşîd û keça wê Êncî Reşîd bi guleyan jiyana xwe ji dest dan.

Ji Til Rifetê direviyan

Jêderan gotin, dema ji Til Rifetê direviyan û dixwestin derbasî taxa Şêx Meqsûd bibin hatin gulebarankirin.

Li gorî jêderan hejmareke din ji sivîlan weke ajokarê otombîlê û hevjînê Heyam û kurekî wan birîndar bûne.

Malbat ji koçberkiriyên Efrînê ye û ji şêniyên gundê Duraqliya yê navçeya Şer ye.

Endezyarek bûbû qurbanî 

Di 1ê mehê de Jêderekê nêzîkî malbatê ji Welat TV re got, endezyar Mihemed Mustefa Hemlîko bi guleya nîşanvanekî li Helebê jiyana xwe ji dest da. 

Mihemed Hemlîko ji şêniyên gundê Memila yê navçeya Raco ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye.