Zarokekî şîrmij ê Efrînê ji ber sermayê li Reqayê jiyana xwe ji dest da

Zarokekî şîrmij ê Efrînê ji ber sermayê li Reqayê jiyana xwe ji dest da

Welat TV - Hewlêr

Zarokekî şîrmij ê Efrînê ji ber sermayê li Reqayê jiyana xwe ji dest da.

Jêderekê ji Reqayê ji Welat TV re got: Bi sedan malbatên Kurd ên koçberkiriyên Efrînê di rewşeke zehmet de li Reqayê dijîn.

Da zanîn, ji ber nebûna guhdanê û sermayê zarokekî şîrmij jiyana xwe ji dest da.

Diyar kir, zarok bi navê Nûh Mihemed Reşo ye, temenê wî 4 meh in ji navçeya Bilbilê ye.

Ji ber şerê dawiyê yê li Heleb û Şehbayê bi dehê hezaran ji Kurdên Efrînê ji deverên ku lê niştecî bûn derketine, bi sedan malbat vedigerin Efrînê û hejmareke mezin berê xwe dan Kobanî, Cizîrê û Tebqa û Reqayê.

Her weha bixwêne.. Koçberkiriyên Efrînê vedigerin warê xwe.. Rewşa wan çawa ye?