Erdogan bangê li Esed dike ji bo çareseriyeke bilez ji kirîza Sûriyê re

Erdogan bangê li Esed dike ji bo çareseriyeke bilez ji kirîza Sûriyê re

Welat TV - Hewlêr

Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan bang li Serokê Rêjîma Sûrî Beşar Esed kir ku çareseriyekê ji kirîza Sûrî re, bibîne.

Wezareta Peywendiyan a Turkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku Erdogan di peywendiyeke telefonî de li gel Emîndarê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî António Guterres pêşhaateyên Sûriyê gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniyê, Erdogan daye zanîn ku şerê Sûriyê gihiştiye qonaxeke nû û divê ev şer nebe sedema ziyanên zêde di nava sivîlan de.

*Proseya siyasî rewşê çareser dike

Receb Teyib Erdogan bang li Rêjîma Sûrî kir ku çareseriyeke siyasî ya bilez ji kirîza Sûriyê re bibîne.

Serokê Turkiyê got jî: "Em hewl didin ku nakokiyan kêm bikin û sivîlan biparêzin ji bo asankirina rê li pêş proseya siyasî li Sûriyê".

Beriya niha jî Erdogan da zanîn ku ew pêşhateyên Sûriyê ji nêzîk ve dişopînin û ji her tiştekî re amade ne.