Elî Ebas: Guh nedin gotgotan em di şer de berdewam in
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Berevaniyê yê Rêjîma Sûrî Elî Mehmûs Ebas di daxuyaniyeke telveziyonê de ragihand ku ew ê di şer de berdewam bin.
Ebas da zanîn ku ew di şerekî giran de ne li dijî metirsîtirîn rêxistinên terorî, ku ew bi awayê "şerê çeteyan" şer dike, ji ber vê yekê ew li hin xal paş ketine.
Wezîrê Berevaniyê yê Rêjîmê got ku welatên herêmî û navdewletî li pişt van rêxistinên terorî ne û alîkariyên leşkerî û lojistîk pêşkêşî wan dikin.
*Guh nedin gotgotan
Elî Ebas diyar kir ku rewşa wan li ser erdê baş e û hêzên wan ji bajarê Hemayê vekşiyan ji bo parastina sivîlan.
Ebas got jî ku piştî ew ji Hemayê derketin, "rêxistinên terorî pawankariya wê yekê kir û gotgot belav kirin da ku tevlîheviyê dirust bikin".
Elî Mehmûd Ebas da zanîn jî: “Eger heye ew rêxistin daxuyanî û fermanan bi navê Fermandariya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdar derxe, yan jî belavokên dengî û vîdyoyên dûr ji rastiyê belav bikin”.
Ebas serbar kir ku “ew ê di şer de berdewam bin ji bo vegerandina aramî û ewlehiyê bo deverên ku wan rêxistinan dagîr kirine”.