Hizbullah dê li ser piştgiriya Esed berdewam be
Welat TV - Hewlêr
Sekreterê giştî yê Hizbullah, Neîm Qasim dibêje ku ew dê li ser piştgiriya rêjîma Sûriyê “ji bo têkbirina pilanên” komên opozîsyonê, berdewam be.
Neîm Qasim di gotarekê duh, Pêncşem 5ê Çileya pêşîn, de tekez kir ku “Hizbullah dê ji bo têkbirina vê êrîşê pişgiriya Sûriyê bike.”
Ev gotina Qasim di demekê de hat ku komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê, bi serkêşiya Desteya Tehrîr El-Şam, biştî girtina Helebê di operasyona 27ê Mijdarê de, duh Pêncşemê karîn bajarê Hemayê jî ji dest hêzên rêjîmê derbixin.
Beşdariya Hizbullah di şerê li Sûriyê de
Ji sala 2013an ve, piştî 2 salan ji destpêkirina krîza li Sûriyê, çekdarên Hizbullah bi eşkereyî mil bi mil ligel hêzên rêjîmê şer dikirin, mîna hin komên din ên çekdar ên ser bi Îranê ve, ku karîn rolekê di serkeftinên hêzên rêjîmê de, bilîzin.
Lê piştî kêmbûna şer li Sûriyê, hejmara çekdarên Hizbullah kêm bû, bi taybetî jî ligel aloziya van mehên dawî de navbera Hizbullah û Îsraîlê.
Di dema niha de, çekdarên Hizbullah li hin navçeyên di sînorî yên Sûriyê ligel Libnanê, û hin navçeyên di dest milîsên ser bi Îranê ve li rojhilata Sûriyê û li derûdora Şamê, bicih bûne.