Fîdan: Turkiyê dê li gel rêveberiya nû ya Sûriyê kar bike

Fîdan: Turkiyê dê li gel rêveberiya nû ya Sûriyê kar bike

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan got ku Rêjîma Sûrî ket û serdema nearamî û seqamgêriya 14 salan bi dawî hat, û welatê wî dê li gel rêveberiya nû kar bike da ku qonaxa veguhêz bi ser bikeve.

Fîdan di kongireke rojnamevanê de li Qeterê got, di rojên dawî de tu têkiliyên wan bi Beşar Esed re tune bû, û serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan destpêşxeriyên aştiyê û yekîtiya niştîmanî dirêjî rêjîmê kir lê Esed red dikir.

Fîdan da zanîn, Rêjîm guh nedida dazxwazên gel, û divê Civaka Navdewletî alîkariya gelê Sûriyê bike.

Fîdan diyar kir, yek fîşek jî li Helebê nehate avêtin, pişt re bajar li pey bajarekî ket, hêvî kir ku grûpên çekdar bi hev re kar bikin da ku proseya veguhêz serkeftî bibe tê de hemû alî beşdar bibin.

Hakan Fîdan da diyakirin ku ew tevgera DAIŞê û PKKê dişopînin divê grûpên terorî qonaxa veguhêz ji xwe re istîxlal nekin.

Fîdan bang li rêveberiya nû ku rêveberiyek giştgîr be û ji çanda kîn û tolhildanê dûr bikeve, serederiyeke baş li gel kêmîniyan bike, çekên kîmawî kontorl bike û dezgehên dewletê parastî bihêle.

Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan got ku Rêjîma Sûrî ket û serdema nearamî û seqamgêriya 14 salan bi dawî hat, û welatê wî dê li gel rêveberiya nû kar bike da ku qonaxa veguhêz bi ser bikeve.