Erdoxan: Em bi vekîşna HSDê ji Minbicê kêfxweş in

Erdoxan: Em bi vekîşna HSDê ji Minbicê kêfxweş in

Welat TV - Hewlêr

Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan da zanîn ku bi hilweşandina Rêjîma Sûrî ya berê serdemeke tarî li Sûriyî bi dawî bû û qonaxeke nû dest pê dike.

Receb Teyib Erdogan di gotarekê de li Enqerê got ku Esed hemû bangên bidawîkirina şerê Sûriyê bi rêya danûstandinan red kir û guhertina ku li Sûriyê encam dayî erênnî ye.

Erdogan da zanîn ku Beşar Esed reviya û li pey xwe welatek hişt, ku tê de derdora milyonek kes hatiye kuştin, 12 milyon hatine koçberkirin û bajar bûne kavil.

*PKK Û DAIŞ dujmin in

Receb Teyib Erdogan diyar kir ku armanca Turkiyê ji operasiyonên leşkerî li Sûriyê, parastina ax û welatiyên Turkiyê ji êrîşên terorî ye.

Erdogan got jî: “Rêxistina PKKê ya terorîst û DAIŞê dujiminên me ne û divê yekîtiya axa Sûriyê were parastin” û dilxweşiya xwe bi vekşana HSDê ji Til Rif´et û Minbicê nîşan da.

Serokê Turkiyê got jî ku ew ê dergehê Yayila Dagî yê sînorî bi Sûriyê (Keseb li aliyê Sûriyê) ji bo vegera penaberên Sûrî vekin da ku fişar li ser dergehên din kêm bibe.