Blinken digihêje navçeyê bo gotûbêjkirina “Sûriya nû”
Welat TV - Hewlêr
Biriyar e îro, Çarşem 11ê Çileya pêşîn, Wezîrê Derve yê Emerîkayê, Antony Blinkên bi serdanekê bigihêje navçeyê, da ku pêşhateyên nû yên li Sûriyê gotûbêj bike.
Berdevkê Wezareta Derve, Matthew Miller ragihand ku di danûstandinên roja Pêncşemê de ku li bajarê Eqebe yê Derya Sor (Urdin), û rojek şûnda li Enqerê, Dê "Blinken piştgirîya Emerîkayê ji bo veguheztinek berfereh û bi pêşengiya Sûrî bo hikûmetek berpirs û ku nûneratiya hemû aliyan bike, piştrast bike.”
Berî niha, Wezîrê Derve yê Emerîkayê Antony Blinken di daxuyaniyekê de gotibû ku divê hikûmeta nû ya Sûriyê “pêbendî sozên zelal be ku bi tevahî rêzê li mafên kêmnetewan bigire, gihandina alîkariyên mirovî ji hemû kesên pêdivî re hêsan bike, û nehêle ku Sûriye wek baregehek ji bo terorîzmê yan jî metirsiyek ji bo cîranên xwe be."
Emerîka hêzên xwe li Rojavayê Kurdistanê dihêle
Cîgirê Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Emerîkayê, John Feiner duh, Sêşem 10ê Çileya pêşîn, tekez kir ku hêzên welatê wî dê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bimînin piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed, di çarçoveya erkê dije terorê de, di serî de jî jinavbirina DAIŞê ye.
John Feiner hevpeyvînekê de li konferansa Reuters Next li New Yorkê got jî, "Ev hêz ji ber sedemeke taybet û pir girîng li wir in, û ne bi awayekî wek bazareke danûstandinê.