Urdin mêvandariya civînên berfireh derbarê Sûriyê de dike

Urdin mêvandariya civînên berfireh derbarê Sûriyê de dike

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Derve ya Urdinê ragihand ku, ew dê mêvandariya çend civînên erebî-navdewletî bike, ji bo gotûbêjkirina rewşa nû ya li Sûriyê.

Li gor ku wezaretê di daxuyaniyekê de duh, Pêncşem 12ê Çileya pêşîn, ragihand, dê her yek ji Wezîrê Derve yê Emerîka, Nûnerên Siyaseta Derve yê Yekîtiya Ewropayê, wezîrên derve yên Turkiyê û Urdin û Iraq û Libnan û Misr û Îmarat û Behrên û Qeter tevî Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Taybet li Sûriyê di civînên roja sibe, Şemiyê 14ê Çileya pêşîn, de amade bin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Urdinê "Di civînan de dê rêyên piştgirîkirina proseya siyasî ya berfireh bi serkêşiya Sûriyeyan bên gotûbêjkirin, ji bo pêkanîna proseyeke veguhêz li gorî biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê, ku daxwazên gelê Sûriyê pêk tîne” û misogerkirina "ji nû ve avakirina saziyên dewleta Sûriyê û parastina yekparçeyiya axa Sûriyê, serwerî, ewlehî, aramî û mafên hemû hevwelatiyên wê.”

Ragihandina van civînan piştî serdana Wezîrê Derve yê Emerîkayê Antony Blinken bo Urdinê û hevdîtina wî ligel Şah Ebdullahê Duyem li Eqeba hat.

Duh, Pêncşemê, Şahê Urdinê û Blinken di destpêka gera dawîn de ji bo gotûbêjkirina rewşa piştî jinavbirina rêjîma Beşar Esed banga parastina ewlekariya Sûriyê kirin.

Blinken, ku roja Pêncşemê piştî seredana xwe ya Urdunê çû Tirkiyê, banga pêvajoyek "berfireh" ji bo avakirina hikûmeta bê ya Sûriyê kir, ku mafê kêmnetewan biparêze, piştî jinavçûna rêjîma Esed roja 8ê Çileya pêşîn.