Di mehekê de.. Rêjîma Sûriyê bo cara duyem nirxê semadê bilind kir
Welat TV - Hewlêr
Komîta Aborî ya ser bi rêjîma sûriyê ve bo cara dûyem di heyama mehekê de nirxê semadê bilind kir, cotkar jî rastî ziyanzn hatin.
Li gorî lîsteya nirxan ya nû:
Tona semada Yûriya: Bi 8.9 melyon lîreyên sûrî ye
Tona semada Fosfat 46: Bi 6 9 melyon lîreyên sûrî ye
Her weha Banka Çndiniyê ya rêjîmê semada Fosfat 46 li ser cotkaran bi tenê ji bo gênim dabeş dike.
Di vê derbarê de, Mihemed Elxilêf endamê Encûmena giştî ya Yekîtiya Cotkaran a ser bi rêjîmê ve diyar kir, ne dabînkirina pêdiviyên çandiniyê bi taybet semad û sotemeniyê dê bi nerênî bandorê li ser cotkaran û berhemê çandiniyê bikê.
Di dawiya Midarê de, Komîta Aborî ya ser bi rêjîma sûriyê ve nirxê hemû curên semadê bi rêjeya 200 % bilin kir, ev yek jî bû sedema kêmbûna berhemên çandiniyê û bilindbûna nirxên keresteyên xwarinê.