Dr. Ebdulhekîm Beşar: Ez ji bo doza Kurdî li Şamê me

Dr. Ebdulhekîm Beşar: Ez ji bo doza Kurdî li Şamê me

Welat TV – Hewlêr

Cîgirê Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûrî û Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya Dr. Ebdulhekîm Beşar di derbarê çûna xwe ya ji bo Şamê de daxwiyaniyek belav kir.

Dr. Ebdulhekîm Beşar di daxuyaniya xwe de li ser rûpela xwe ya facebookê got, hin grûpên girêdayî Rêjîmê û kîna wan li ser doza Kurdî heye gotinên cuda belav dikin.

Dr. Ebdulhekîm Beşar got jî, ew ji bo hin karê ku girêdayî Sûriyê û doza gelê Kurd ya rewa li Şamê ye. 

Hemahengî li gel ENKS 

Cîgirê Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûrî û Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya Dr. Ebdulhekîm Beşar da zanîn, wî piraniya programa ku ji bo karê xwe daniye bi hemahengî li gel Desteya Serokatiya Encûmena Nitşmanî ya Kurdî ENKSê, û nûneratiya ENKSê li Şamê temam kiriye.