Bi milyonan heb.. Kargehekê Kaptagonê li Şamê hate dîtin

Bi milyonan heb.. Kargehekê Kaptagonê li Şamê hate dîtin

Welat TV – Hewlêr

Piştî hilweşandina Rêjîma Esed bi dehan kargeh û emaberên Kaptagonê li Sûriyê hatin dîtin, tê de bi milyonan heb hene.

”Birêvebirina Operasiyonên Leşkerî” kargeheke din a çêkirina hebên Kaptagonê li nêzîk bajarê Dûma li Şama paytexta Sûriyê dît.

Di hundir kargehê de, alavên cuda ji bo çêkirina hebên Kaptagonê û veşartina wan di hundir alavine din de hatin dîtin.

Li wê kargehê bi milyonan hebên Kaptagonê hatine çêkirin da ku bi qaçaxî bo welatên cîran û cîhanê werin derbaskirin.

 

 

Beriya niha malpera El-Monitor ya Emerîkî di raportekê de got ku derdora 80 % ji Kaptagona li cîhanê li Sûriyê tê çêkirin û Beşar Esed û kesên bi ser ve bi alîkariya "Hizbulah" a Libnanî û milîsên Îranê, çêkirin û bazirganiya Kaptagonê bi rê ve dibin.