Ehmed Hesen: 2500 malbat vegeriyane Efrînê
Welat TV – Hewlêr
Ehmed Hesen serokê Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ji Welat TV re got , zêdetirî 2500 malbat ji Şehba, Tebqa, Reqa û deverên din ên ku koçberkiriyên Efrînê lê dimînin vegeriyane Efrînê.
Hesen got jî, ji dema ketina Rêjîma Esed, malbatên Ereb ên derbider ji Efrînê derdikevn û hejmara wan bi sedan e.
Hesen anî ziman, bi vegera Kurdên Efrînê guhertina demografî li deverê tê şikandin.
125 malbatên Ereb vegeriyane
Ji aliyê xwe jêderekê da zanîn, 125 malbatên Ereb ên derbider Ji navçeya Şiyê û gundên bi ser ve derketine û berê xwe dane bajarên xwe.
Piraniya wan malbatan ji şêniyên garzêgeha Idlib, Hema û bajarê Xabê ne, ku ji dema ketina Beşar Esed malbat derdikevin û rojane derketin heye.
Ereb derdikevin
Jêderê da zanîn, ji bilî navçeya Şiyê, li navçeya din ên Efrînê bi sedan malbat derketine û berê xwe didin bajar û gundên xwe.