Çekdarên "Emşat" li Efrînê bacên giran li ser Kurdan disepînin

Çekdarên

Welat TV - Hewlêr

Çekdarên "Sultan Silêman Şah" ku bi "Emşat" naskirî ne li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, bacên giran li ser welatiyên Kurd disepînin.

Li navçeya Şiyê, ji 5 - 10 hezar dolarên Emerîkî, li ser her malbateke vegeriyayî sepandine û her kesek bacê nede nikare vegere mala xwe.

Li gorî agahiyên bi destê Welat TV ketine, li hin gundên navçeya Şiyê weke Senarê, Anqelê, Merwaniyê rojane çekdar digirin ser gundan da ku bacan kom bikin, kesên ku nikarin bidin ji mal direvin û derdikevin.

Jêderê tekez kir, 14 malbatên Kurd ên ku vegeriyane ji ber bacên Emşat nikarin biçin navçeya Şiyê û neçar bûne li Cindirêsê li cem kesûkarên xwe bimînin û 3 malbatên ji wan kon vegirtine li benda nehiştina bacan in.

Li gundê Kurzêlê, jî heman çekdaran li ser gund 17 hezar dolarên Emerîkî sepandin û divê şêniyên gund bidin çekdaran.