Çekdarên "Hemzat" 57 darên zeytûnan li Efrînê birîn
Welat TV - Hewlêr
Çekdarên Hemzat bi dehan darên zeytûnan, li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê birîn.
Îro 17ê Berçileya 2024an, Xwedanên daran ji Welat TV re gotin: Li deşta gundê Xalta, çekdarên Hemzat 57 darên me birîn.
Li gorî jêderan, 27 dar ên welatiyê bi navê Ebdulrehman Mihemed Cîro ne, 23 dar ên Henîf Cîro ne her weha 7 darên darên Ebdulrehman Mihemed Misto ne.
Emerîka "Hemzat" siza kiriye
Di Tebaxa 2023yan de, Wezareta Gencîneya Emerîka siza li ser grûpên "Emşat" û "Hemzat" ên bi ser "Artêşa Niştîmanî" ya opzisyona Sûrî ve, ji ber binpêkirinên wan dermafê mirovan de li Efrînê sepandin.