Derbiderên Ereb ji Efrînê derdikevin û yên Kurd vedigerin
Welat TV - Hewlêr
Bi dehan malbatên Ereb ên derbider ji Efrînê derdikevin û berê xwe didin gund, bajarok û bajarên xwe.
Derketin, piştî rizgarkirina bajarên wan û ketina rêjîma Esed tê, li gorî jêderên Welat TV rojane bi dehan malbatên Ereb ji Efrînê derdikevin û berê xwe didin warê xwe.
Ji Cindirêsê derketine
Li gorî jêderan hejmareke malbat ji Cindirêsê derketin û berê xwe dane bajarên xwe di heman demê de, malbatên Kurd ên koçberkirî vedigerin Efrînê.
Malbatên Kurd vedigerin
Li gorî zanyariyên bi destê Welat TV ketine, rojane malbatên Kurd vedigerin Efrînê, nexasim piştî rêya Heleb û Efrînê bi fermî hatiye vekirin.
Malbatên vedigerin ji sala 2018an de ji şerê Efrînê ji malên xwe hatibûn derxistin li Şehbanyê diman, piştî Şehba bi temamî ket di bin destê opozisyonê de, bi hezaran malbat vegeriyan Efrînê û beşek jî berê xwe dan Tebqa û Reqa, niha jî malbatên ji wan deveran vedigerin warê xwe.
Her weha bixwîne.. Ehmed Hesen: 2500 malbat vegeriyane Efrînê