"Feyleq El-Şam" li gundên Efrînê hilmeteke girtinê dest pê kiriye

Welat TV – Hewlêr

Çekdarên "Feyleq El-Şam" ên "Artêşa Niştîmanî" ya Opozisyona Sûrî li gundên Efrînê hilmeteke girtina welatiyan dest pê kiriye.

Jêderên Taybet ji gundên Meydana ên navçeya Raco ji Welat TV re da zanîn ku bi tometên dûr ji rastiyê hejmarek Kurd girtin û li hember serbestberdanê banga fidiyê dikin.

Jêderan tekez kir ku bi tometa kuştina kesekî, çekdarên navbûrî dest bi girtina welatiyan kirine.

Welatiyên vegeriyayî digirin 

Ji bilî wê, li gundên Meydana ku 7 gund in, çekdaran 7 welatiyên nû vegeriyane girtin, da ku tirsê bixin nava malbatên ku dixwazin vegerin.

Navên girtiyan

*Hesen Cefer Hesen

*Ismaîl Cefer Hesen

*Mezlûm Cefer Hesen

*Şeban Cefer Hesen

*Xelîl Cefer Hesen

*Omer Cefer Şêxo

*Mihemed Mustefa Hesên