Rêjîma Sûrî nirxê Benzînê bo cara 8an di salekê de bilind kir

Rêjîma Sûrî nirxê Benzînê bo cara 8an di salekê de bilind kir

Welat TV - Hewlêr

Wezarata navxweyî ya rêjîma sûrî nirxê Benzîna Oktan a hikûmî bo cara 8an di heyama salekê de bilind kir.

Li gorî biryara nû rêjîmê ku duh 24ê Berçileya 2023yan derket, Lîtra Benzîna Oktan ji 8500 Lîreyên Sûrî bo 9000î bilind kir

Di Tebaxa borî de jî, rêjîma sûrî nirxê hemû curên sotemeniyê bilind kir, nirxê hin curan jî bi rêjeya 100% bilind kir.

Di her du salên borî de, rêjîmê nirxê Benzînê zêdetirî 700 % bilind kir, ev yek jî bû sedema xwenîşandanên li dijî rêjîmê li deverên di bin kontrola wê de.