Heleb.. 8 zarok bûn qurbaniyên teqîna paşmayeke şer

Heleb.. 8 zarok bûn qurbaniyên teqîna paşmayeke şer

Welat TV - Hewlêr

8 zarok bûn qurbaniyên teqîna paşmayeke şer li gundewarê rojavayê parêzgeha Helebê.

Îro, di encama teqîna paşmayeke şer de, 8 zarok li gundê Ormê Biçûk birîndar bûn, û bo nexweşxaneyekê hatin veguhestin.

Berevaniya Sivîl a Sûrî da zanîn ku ew zarok bûne qurbaniyên teqîna paşmayên şer ên Rêjîma Esed û Rûsya û birînên zarokekî giran in.

Ji destpêka salê ve, bi sedan kes ku piraniya wan zarok in, bûn qurbaniyên paşmayên şer li seranserî Sûriyê.