Urdun dest danî ser 888 Tûrên Heşîşê
Welat TV - Hewlêr
Artêşa Urdunê dest danî ser zêdetirî 800 tûrên Heşîşê ku bi qaçajî ji Sûriyê debasî Urdun bûne.
Berpirsekî ewlehî duh 24ê Berçileya 2023yan, ji qenala Elmemleka ya urdunî re ragihand, hêzên urdunî dest danîne ser 537 hezar hebî Kiptagon, 888 tûrên Heşîşê û hin teqemeniyên ku qaçaxçiyan ji Sûriyê derbasî Urdun kirîbûn.
Pêncşemê borî jî, artêşa Urdunê dest danî ser derdora 200 hezar hebî Kiptagon û 209 tûrên Heşîşê ku qaçaxçîne hewl didan ji Sûriyê derbasî Urdunê bikin.
Çêkirina û belavkirina madeyên hişbir bûye jêdera aborî ya sereke ya rêjîma Sûriyê û milîsên ser bi Îranê ve, torên wan ên qaçaxçiyê madeyên hişber li hundir û derveyî Sûriyê belav dikin.