Naveroka civîna serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Berevaniyê yê Îtalya
Welat TV - Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Îtalya li Hewlêrê civînek li dar xist.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê bi Wezîrê Berevaniyê yê Îtalya Giwêdo Krosêto re civiya û peywendiyên dualî û liv û tevgera DAIŞê li Iraq û Sûriyê gotûbêj kirin.
Naverok
Di civînê de, hejmareke berpirs ji her du aliyan amade bûn her du aliyan pêşhateyên dawiyê li deverê û bi taybetî guhertinên dawiyê li Sûriyê û bandora wê gotûbêj kirin.
Her weha, behsa peywendiyên dualî û alîkariya hevbeş a serbazî ya Îtalya li Iraq û Herêma Kurdistanê, piştevaniya hêzên Îtalya ji Herêma Kurdistanê re û rola hêzên wê di şerê terorê de, rewşa Iraqê û herêma Kurdistanê û metirsiyên serhildana DAIŞê hatin gotûbêjkirin.
Rola Pêşmerge
Wezîrê Berevaniyê yê Îtalya rola hêzên Pêşmere di şerê DAIŞê de bilind nirxand, her weha serokê Herêmê spasiya Îtaliya li ser pêşkêşkirina alîkariyan di şerê rûbirûbûna DAIŞê de kir.
"Hevparekî girîng e"
Wezîrê Berevaniyê yê Îtalya tekez kir ku welatê wî wek hevparekî girîng e û bi girîngî li peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre, û ji bo vê yekê jî di hemû waran de piştevaniya wan berdewam dibe.