Bekir Cefer bo Welat TV: 20 malbatên Kurdên Êzidî vegeriyane gundekî Efrînê

Bekir Cefer bo Welat TV: 20 malbatên Kurdên Êzidî vegeriyane gundekî Efrînê

Welat TV – Hewlêr

Endamê serkirdayetiya Encûmena Êzidiyên Sûriyê Bekir Cefer ragihand ku zêdetirî 20 malbatan vegeriyane gundê Basûfanê yê herema Efrîna Rojavayê Kurdistanê.

Bekir Cefer ji Welat TV re got: Ji sala 2018an ve ji dema ku Kurd ji Efrînê hatin koçberkirin, gundê Basûfanê nasnameya xwe vedigerîne û malbatên Kurdên Êzidî vedigerin.

Kurdên Êzidî vedigerin

Cefer da zanîn, zêdetirî 20 malbatên Kurd Êzidî ji taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê, Şehba, Tebqa û Reqa vegeriyane gund, û dest bi vejandina helkeft û bûneyên taybet bi Kurdên Êzidî kirine.

Vejandina Cejna Êzî

Endamê serkirdayetiya Encûmena Êzidiyên Sûriyê got jî, yekem car e ji sala 2018an ve bi dehan malbat Cejna Êzî bi hev re vedijînin û serdan gorên miriyên xwe dikin.

Veger guhertina demografî dişkîne

Berkir Cefer ku bi xwe ji gundê Basûfanê ye, tekez kir, vegera her Kurdekî xelekekê ji xelekên guhertina demografî ji nav dibe, û her kesek rê li ber vegera Kurdan digire ew hevparê plana guhertina demografî ye.

Gundê Basûfanê ji gundên Kurdên Êzidî ye û yek ji gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê ye, ji sala 2018an ve bi dehan malbatên Êzidî ji gund derketine û koçber bûne.

Her weha bixwîne..  Encûmena Êzidiyên Sûriyê bo Kurdên Efrînê: Vegerin warê xwe