Kuştî û birîndar hene.. Xwepêşandan li hejmarek bajarên Sûriyê hatin lidarxistin
Welat TV - Hewlêr
Welatiyên Elewî li Hims û perava Sûriyê xwepêşandan li dijî hikûmeta karbikrêker bi rê ve birin.
Îro welatiyan li her yek ji bajarê Tertûs, Laziqiyê, Hims, Ceblê û Qirdahê xwepêşandan li dar xistin.
Ev xwepêşandan piştî têkdana mezara Şêx Ebî Ebdulah Hisên bin Hemdan Xuseybî li Helebê tên, xwepêşanderan ev kiriyar bi tundî şermezar kir.
*Kuştî û birîndar
Di xepêşandanan de, hêzên ewlehiyê gule li dijî welatiyan berdan, di encamê de kesekî li Himsê canê xwe ji dest da û 5 kes birîndar bûn.
Piştî xwepêşandanan hikûmeta karbirêker qedexeya çûnûhatinê ji demjimêr 8 êvarê ta 8 sibehê li bajarên navbûrî ragihand.
Di derbarê van pêşhateyan de, Wezîrê Ragihandinê yê hikûmeta karbirêker Mihemed El-Umer da zanîn ku hin alî hewl didin tevlîheviyê çêbikin û ew ê serederiyê li gel vê yekê bikin ji bo gerentîkirina aramiyê li Sûriyê.