Ehmed Hesen: 4000 malbatên Kurd vegeriyane Efrînê

Welat TV – Hewlêr

Serokê Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî Ehmed Hesen got ku vegera Kurdan bo Efrîna Rojavayê Kurdistanê berdewam e, di heman demê de malbatên Ereb jî jê derdikevin û berê xwe didin gund û bajarên xwe.

Ehmed Hesen ji Welat TV re got, zêdetirî 4000 malbatî ji Şehba, Tebqa, Reqa û deverên din ên ku koçberkiriyên Efrînê lê dimînin vegeriyane Efrînê.

Hesen got jî, ji dema ketina Rêjîma Esed, malbatên Ereb ên derbider jî ji Efrînê derdikevin û hejmara wan bi sedan e.

55 malbat ji gundekî derketine

Ehmed Hesen diyar kir li gundê Zerê yê navçeya Bilbilê duh 33 malbatên Ereb derketin û beriya wê jî 23 malbat derketibûn wate 55 malbat di çend rojan de ji wî gundi derketine û berê xwe dane gundên xwe.

Binpêkirinên li Efrînê

Hesen da zanîn ku binpêkirin berdewam in û Efrîn ji aliyê ewlehî û leşkerî ve her weke xwe maye û bandora ketina Esed lê nekiriye, heta niha bac li ser welatiyan têne sepandin û welatî têne girtin û revandin.