Doza Kurd piştî jinavçûna rêjîmê
Nivîskar: Dr. Ebdulhekîm Beşar
Çawa ku qada Kurd û tevgera wê ya siyasî di danûstendineke erênî de bi tevgera girseyî re di destpêka şoreşa Sûriyê ya sala 2011 de bû, tevgereke Kurdî ya Sûrî ya bi heman rengî piştî jinavçûna rêjîma Esed jî dest pê kir, û partiyên siyasî, sivîl, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên ciwanan, ramanwer, nivîskar, rewşenbîr û kesayetên netewî ketin nava vê tevgera dawî; mirov dikare bêje ku gelê Kurd bi beşên xwe yên cuda, ji ber xwesteka ku derfeta dîrokî ya guncav ji dest nede, aktîf bûye û girîngiyek zêde dide pêdliviyên qonaxa bê.
Li ser bingeha geşedanên dawîn, piraniya Kurdan li pey lihevkirinek Kurdî-Kurdî geriyan, her çend ew ne giştgir be jî, ji bo vê yekê jî gelek destpêşxerî bi armanca avakirina şandeyek yekgirtî ya Kurdan derketin holê, hevdem rêxistin û kesayetiyên din ên Kurd ji bo avakirina şandeyek serbixwe li derveyî çarçoveya Tevgera Kurdî ketin tevgerê, wek nerazîbûnekê li ser nûneratiya Tevgerê ji wan re yan jî ji bo lêgerîn li pey rolek xwe di paşerojê de, bi vê yekê qada Kurdî bi tevahî li ser mijarên bingehîn hatine dabeş kirin, tevî pîvana hestyarî ya ku banga yekîtiya nûneretiyê dike, ku ew jî rast e.
Hevdemê tevgera aktîf ya vê dawiyê, di nav qada Kurdî de çendîn şepêl derketin holê û weha ne:
1- Şepêlek niştimanî ya berfereh ku pabendbûna xwe bi çarenivîs û doza gelê Kurd diyar dike û ji bo misogerkirina mafên wan di destûra Sûriyê ya nû de kar dike, ku Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) nûneratiya wê dike, ku wê derbarê doza gelê xwe de bernameyek diyar heye.
2- Şepêlek din jî destnîşan dike ku dozên netewî êdî bûne kelem û dem jî bi ser wan re derbasbûy, ango meseleyên netewî ji bo wê şepêlê bûne modeyek kevin, û li şûna mafên gelê Kurd, têgeha biratiya gelan, neteweya demokratîk û neteweya ekolojîk pêşniyar dikin, ev têgehên ku bîrmend û rewşenbîrê mezin ê Kurd Dr.Serbest Nebî, çend roj berê di vîdyoklîpekê de gotibû, ti naverokeke destûrî, yasayî û rewşenbîrî ji van têgehan re tune ye, alîgirên vê şepêlê jî hene ku di cewhêrê xwe de êdî baweriyê bi mafên gelê Kurd nakin, û Yekîtiya Demokratîk (PYD) nûneratiya vê şepêlê dike.
3- Şepêlek din ku bi giranî bi doza xwe ya neteweyî ve girêdayî ye, timî tirsa xwe ji parçebûnê diyar dike û banga yekîtiyê dike, lê bêyî ku çawaniya pêkanîna vê yekê bide xuyakirin, gelo dê ev bi rêya wê yekê pêk were ku Encûmena Niştimanî destberdarê mafên gelê Kurd bibe û tevlî rêzên neteweya demokratîk a ekolojîk bibe? Yan divê aliyê din bi awayekî eşkere û fermî, dûr ji propagandaya demkî, bernameya xwe ya siyasî biguhere, dev ji wan têgehan berde û beşdarî parêzvanên mafên gelê Kurd û doza wî bibe?
4- Şepêlek din jî heye ku xwe wek serbixwe bi nav dike û beşekî ji gelê Kurd pêk tînin, û di serkêşiya xwepêşandanên dijberî rêjîmê rolek girîng lîstin, ku piraniya wan ciwanên ji herdu regezan e, lê belê di nûneratiya vê tevgerê de pirsgirêkek heye, ji ber ku serbixwe di têgeha xwe ya naskirî de ew kes e ku ne girêdayî tevgereke siyasî ye, lê di heman demê de yê serbixwe tenê nûneretiya xwe dike û eger nûneretiya komek xelk bike, wê demê statûya serbixwebûnê ji dest dide, û dibe xwediyê ramaneke ku çend kes li dora wê kom bûne û bi vî awayî dikeve rengê rêxistineke ne diyar de.
Ji ber vê yekê, divê kî nûneratiya doza Kurd li Sûriyê bike, tê zanîn ku li hemû welat û ezmûnên cîhanê, tevgerên siyasî serkêşiya têkoşîna siyasî dikin, herweha di encamdana danûstandinan bi her aliyekî din re jî, ji ber ku tevgera siyasî xwedî bernameyek diyarkirî û armancên li ser hatine lihevkirin e, ji ber vê yekê ez bawer nakim ku ti alternatîf ji tevgera siyasî ya rêkxistî re hebe da bi her aliyekî re danûstandinan bike, û eger daxwaza piraniya gelê Kurd berevanîkirina mafên Kurdan be, wê demê Encûmen dê bibe nûner, lê eger piraniya gelê Kurd bi dest jê berdana doza Kurd re be û ji bo biratiya gelan têkoşe, wê demê dê Partiya Yekîtiya Demokratîk û partiyên hevalbendên wê, di her danûstandinê de nûnertiya Kurdan bikin.
Piştî zelalkirina peyrew û xeta siyasî ya herdu aliyên Kurd ên navdar di qada Sûriyê de, ango Encûmena Niştimanî ya Kurdî, ku di bin sîwana xwe de komek partî û rêxistinên civaka sivîl kom dike, û aliyê din bi nûneratiya Partiya Yekîtiya Demokrat û hevalbendên wê, pirsa li vir tê kirin ew e ku rola serbixweyan li kû ye? Bê goman divê kesên serbixwe li kêleka Tevgera Kurdî xwedî roleke girîng bin, û ev rol dê girêdayî şiyanên pêwîst bo danûstandinan be, ji ber ku Tevgera Kurd niha di proseya damezrandina şandeyekê de ye ku bibe lêvegera biryarê, û şanda danûstandinan dibe ku serbixwe yan jî têkel be, li gor şiyanên ku ji bo her qonaxeke danûstandinê pêwîst in.