Serokê Şanda Yekîtiya Ewropa li Sûriyê banga diyalogeke giştgir dike
Welat TV - Hewlêr
Serokê Şanda Yekîtiya Ewropa li Sûriyê Michael Ohnmacht banga diyalogeke niştîmanî ya giştgir kir.
Michael Ohnmacht ev yek di hevdîtinekê de li gel her yek ji, Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Dr. Bedir Camûs, Serokê Itîlafa Sûrî Hadî El-Behra, Ibrahîm Biro endamê nivîsgeha peywendiyên derve ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî, Ehmed El-Esrawî nûnerê Destiya Hemahengiya Niştîmanî û Tariq Kurdî endamê Desteya Danûstandinê li baregeha şanda Ewropî li Şamê gotûbêj kir.
Serokê Şanda Yekîtiya Ewropa da zanîn ku wan di civînê de, rewşa siyasî li Sûriyê gengeşe kir û tekezî li ser pêwîstiya diyalogeke niştîmanî ya giştgir kir.
27ê Berçileyê, Şandiyê Emîndarê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî yê Taybet bo Sûriyê Geir Pedersen di civîneke Encûmena Ewlehî derbarê Sûriyê de, got ku divê piroseya veguhêz bi serkirdayetiyeke Sûrî, giştgir û piralî be, her weha dive çaksazî di destûrê de bê encamdan û hilbijartin bi beşdariya jinan bên lidaxistin.
►Her weha bixwîne: Emmanuel Macron: Divê mafên kêmîneyan li Sûriyê bên parastin