54 koçberên sûrî li peravên Libnanê hatin rizgarkirin
Welat TV - Hewlêr
Artêşa Libnanê 54 koçberên sûrî ku hewla derbasbûna biqaçaxî bi rêya keşteyekê dikirin li peravên Bakurê Libnannê rizgar kirin.
Di daxuyaniyekî de, duh 26ê Berçileya 2023yan, artêşa libnanî ragihand, piştî zanyarî li ser binavbûna keşteyeke ku hewla derbaskirina kesine bi qaçaxî dikir gihîştine me, hêzên deryayî yên artêşa Libnanê 54 kes di nav wan de jin û zarok hene û hemû sûrî ne rizgar kirin.
Amaje bi wê yekê kir, piştî rizgarkirinê alîkariyên pizîşkî bi hevkariya Xaça Sor a Libnanî ji wan re hatin pêşkêşkirin.
Jêderên ragihandinê yên libnanî jî anî ziman, keşte di nava deryaya Spî de xirab bû û hêzên artêşa Libnanê ew vegerand Bendera Terablusê.