Dr. Ebdulhekîm Beşar naveroka civîna xwe bi Serok Barzanî re diyar dike
Welat TV – Hewlêr
Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya û cîgirê serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Opzisyona Sûriyê Îtîlafê Dr. Ebdulhekîm Beşar li gel serok Mesûd Barzanî civiya.
Dr. Ebdulhekîm Beşar ji Welat TV re got: Di civîna xwe bi serok Barzanî re naveroka serdana xwe ya ji bo Şamê diyar kir û nirxandina xwe ji rewşa niha ya Sûriyê re diyar kir.
Serok Barzanî pesna serdanê dide
Beşar got jî, Serok Barzanî pesna serdana wî ya Şamê daye û şîretên xwe daye wan ku ji wan re belgeya piştevaniyê ye ji bo gelê Kurd li Sûriyê ji bo gerentîkirina mafê netewî.
Kesên amade bûne
Dr. Ebdulhekîm Beşar diyar kir, di civînê de her yek ji Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê Azad Berwarî, Berpirsê Dosya Sûriyê li Herêma Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî amade bûn.
Çûna Şamê
Piştî ketina rêjîma Esed di 8ê meha bûrî de, Dr. Ebdulhekîm Beşar serdana Şamê kir û bi hejmareke aliyên siyasî, civakî û nûnerên pêkhateyên Sûrî re civiyabû.