Bavê Asim Xencer: Kurê min ê 16 salî li Elmanya wenda bûye
Welat TV - Hewlêr
3 Roj in ciwanekî Rojavayê Kurdistanê li Elmanya wenda ye û nûçeyên wî hatine birîn.
Malbata wî bi rêya Welat TV bang xwe kir aliyên peywendîdar û berpirs da ku çarenivîsa wî dikar bikin.
Ji Pêncşemê ve wenda ye
Yasir Xencer bavê ciwanê Kurd ji Welat TV re got: Ji roja Pêncşema bûrî, 2yê Çileya 2025an ve, kurê me Asim Yasir Xencer li bajarê Dortmond ê Elmanya wenda bûye, heta niha em tiştekî li ser nizanin.
Da zanîn, temenê wî 16 sal e, em dixwazin her kesê tiştekî li ser kurê me bizanibe me agahdar bike.
Pirsgirêkên wî tune ne
Bavê Asim got jî, tu pirsgirêkên kurê min ên tendirustî û civakî tune ne û heta niha em çarenivîsa kurê xwe nizanin.
Bang
Yasir Xencer di rêya Welat TV bang li hemû rêxistinên mirovî û mafê mirovan kir ku hewl bidin ji me re vegerînin.
Ji Dêrikê ye
Asim Xencer ji şêniyên gundê Banê Şkeftê yê navçeya Koçera ya Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye, ji sala 2021ê ve li Elmanya dimîne.