120 hezar hebên kaptagonê li gundewarê Şamê hatin desteserkirin

120 hezar hebên kaptagonê li gundewarê Şamê hatin desteserkirin

Welat TV - Hewlêr

Hêzên ewlekarî yên hikûmeta karbirêker a Sûrî dest danîn ser bi sedan hezar hebên kaptagonê li gundewarê Şamê.

Ewlekariya hikûmeta karbirêker da zanîn ku hêzên wê di hilmeta li dijî şaneyên Rêjîma Esed de li devera Zebedanî, hejmarek bazirganên madeyên hişbir girtin û dest danîn ser 120 hezar hebên kaptagonê û 12 kîlo heşîş.

Li gorî Ewlekariya hikûmeta karbirêker, hêzên wê piştî çend demjimêran ji şerûpevçûnan ew bazirgan girtin û hîn lêgerînên wan di vê derbarê de berdewam in.

Piştî hilweşandina Rêjîma Esed bi dehan kargehên çêkirina kaptagonê li Sûriyê hatin dîtin, di wan kargehan de bi milyonan hebên kaptagonê hebûn.

*80% ji kaptagona cîhanê

Beriya hilweşandina Rêjîma Esed, malpera El-Monitor ya Emerîkî di raportekê de got ku derdora 80 % ji kaptagona cîhanê li Sûriyê tê çêkirin û Beşar El-Esed û kesên bi ser ve bi alîkariya ”Hizbulah” a Libnanî û milîsên bi ser Îranê ve çêkirin û bazirganiya kaptagonê bi rê ve dibin.