Dr. Ebdulhekîm Beşar daxwazek ji rêveberiya nû ya Sûriyê kir
Welat TV - Hewlêr
Cîgirê serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Opozisyona Sûrî (Itîlaf) û nûnerê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê di nav Itîlafê de, Dr. Ebdulhekîm Beşar daxwazek ji rêveberiya nû ya Sûriyê kir.
Dr. Ebdulhekîm Beşar di peyamekê de ku li ser torên civakî belav kiriye, daxwaz ji rêveberiya nû ya Sûriyê kir navên sîxorên Rêjîma Esed a hilweşandî ragihîne û ji raya giştî re belav bike.
Beşar peyama xwe arasteyî fermandarê Odeya operasyonên leşkerî Ehmed El-Şeri’ û birêvebirê dezgeha istxbaratan a hikûmeta karbirêker, kir.
"Navên sîxoran belav bikin"
Di peyama xwe de daye zanîn, ew agahdar e ku dezgehên ewlekariyê yên Sûriyê dest danîne ser belgeyên girîng, di nav de doseya sîxorên Rêjîma Esed. Ji bo bicîkirina dadmendiya veguhêz û pêkanîna dadmendiyê bo qurbaniyan, divê navên sîxoran ji kesayetiyên giştî û siyasetmedaran, werin belavkirin û milet rastiya wan nas bike.
"Divê werin sizakirin"
Cîgirê serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Opozisyona Sûrî (Itîlaf) û nûnerê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê di nav Itîlafê de, got jî, divê dûvçûna wan sîxoran were kirin û bi rêya dadgehê werin sizakirin.