Ehmed El-Şeri´ û Wezîrê Derve yê Behrênê li Şamê civiyan

Ehmed El-Şeri´ û Wezîrê Derve yê Behrênê li Şamê civiyan

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Derve yê Behrênê Ebduletîf Zeyanî serdana Şama paytexta Sûriyê kir û li gel berpirsên hikûmeta karbirêker civiya.

Îro Wezîrê Derve yê Behrênê bi fermandarê rêveberiya nû ya Sûriyê Ehmed El-Şeri´ û Wezîrê Derve yê Hikûmeta Karbirêker a Sûrî Es´ed El-Şeybanî re hejmarek mjarên girêdayî peywendiyên dualî gotûbêj kirin.

Ev duyem şanda Behrênê ye piştî hilweşandina Rêjîma Esed dighe Şamê, ku di 28ê Berçileya bûrî de serokê dezgeha ewlehiya stratejîk a Behrênê Ehmed Bin Ebdulezîz Al Xelîfe serdana paytexta Sûriyê kir û dawîn pêşhate bi berpirsên Sûrî re gengeşe kirin.

13ê Berçileya bûrî, piştî 5 rojan ji ketina Esed, Şahê Behrênê Hemed Bin Îsa Al Xelîfe nameyek ji El-Şeri´ re şand, tê de tekezî li ser piştevaniya xwe ji Sûriyê re kir.

►Her weha bixwîne: Şeybanî û Al Neheyan peywendiyê dualî gotûbêj kirin