Emerîka ji êrîşên Turkiyê dilgiran e
Welat TV – Hewlêr
Wezareta Derve ya Emerîkayê dilgiraniya xwe ji êrîşên Turkiyê li ser deverên li jêr destê Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê, li Rojavayê Kurdistanê nîşan da.
Berdevkê bi navê wezaretê "Matthew Miller" di lêdwanekê de dilgiraniya welatê xwe ji êrîşên Turkiyê li ser Bakurê Sûriyê nîşan da ku di encamê de ziyanên mirovî ketin, jêrxane û cihên xizmetguzarî rastî ziyanên mezin hatin.
Got: Em banga rawestandina tundûtûjiyê dikin û divê bi bendên agirbestê ya ku li ser lihevkirî ne pabend bin.
Ajansa Andaol a fermî li Turkiyê di 26ê Berçileya 2023yan de, li ser zarê jêderên ewlehî belav kir: Turkiya 50 cih û xal li Qamişlo, Kobanî û Amûdê armanc kirin.
Jêderên xwecihî tekez kirin: Di encama wan êrîşan de 8 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane û hejmareke din birîndar in.