Naveroka civîna ENKS û PDKI

Naveroka civîna ENKS û PDKI

Welat TV – Hewlêr

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê û Partiya Demokrata Kurdistanî Iran PDKI, li Hewlêrê civiyan.

Şanda PDKI ji Mihemed Salih Qadirî endamê Polîtbîroyê û Ezmend Zibyanî pêk dihat û ji aliyê serokê Encûnena Nitştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS Mihemed Ismaîl û endamên desteya serokatiya ENKS ve hatin pêşwazîkirin.

Mihemed Salih Qadirî ji Welat TV re got, em pîrozbahiya gelê xwe li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi ketina rêjîma Esed dikin bi hêvî derbasî qonaxeke nû bibin.

Yekrêziya Kurdî

Qadirî da zanîn, me ji ENKS re da xuyakirin ku em her dem amade ne ji her piştgiriya miletê xwe li Rojavayê Kurdistanê ne û me tekezî li ser yekrêziyê kir.

Peyama PDKI bo ENKS

Qadirî got jî, peyama me ji ENKS û Rêveberiya Xweser re ew e ku divê helwêst xwe bikin yek, û li xwe vegerin ji bo deshilata nû re bikevin diyalogê. Helwesta her du aliyan erînî bûn em bi hêvî ne li ser erdê helwêsta xwe wergerînin, û bi yekhelwêstê derkevin, nexasim her Kurdek di serî de serok Barzanî piştevanê Kurdên Rojavayê Kurdistanê ne.

Qonaxa piştî ketina Esed

Ketina rêjîma Esed û lawazbûna Hizbulah, Hosî û Heşda Şebî dê guhertineke mezin li Rojhilata Navîn çêbike, nexasim dê bibe destpêkek ji lawazbûna rêjîma Îranê û ketina wê rêjîmê û dê sûdê bigihîne doza Kurdî, lê divê em Kurd yekdeng bin û yek gotarê bin û ji qonaxê re amade bin.