Mesrûr Barzanî tekeziyê li ser rêzgirtin ji mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê re dike

Mesrûr Barzanî tekeziyê li ser rêzgirtin ji mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê re dike

Welat TV – Hewlêr

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî yekezî li rêzgirtin ji mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê re kir.

Di daxuyaniya serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye: "Îro me pêşwaziya cîgira balyozê Îtalya li Îraqê birêz Chiara Franchini kir".

Daxuyaniyê diyar kir, "Me giftûgo derbarê pêşdebirina têkiliyên dualî bi taybetî di warê abûrî û bazirganî her weha pêşhate, guhertin û geşedanên rewşa giştî ya Îraq û deverê kir".

Daxuyaniya serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn, "Di beşeke din a civînê de me tekezî li ser girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federal û rêzgirtin ji mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê kir".