"Emşat" 400 dar li Efrînê ji kokê ve hil kirin: Projeyan ava dikin
Welat TV – Hewlêr
Bi mebesta encamdana projeyên taybet, Li navçeya Şiyê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, çekdarên “Sultan Silêman Şah Emşat” 400 darên zeytûnan ji kokê ve hil kirin.
Welat TV hin zanyarî îro 28ê Berçileyê ji navçeya Şiyê bi dest xistin: Ji bilî 200 dar û rûxandina 3 malan, Emşat 400 darên din ên welatiyên kurd ji kokê ve hil kirin.
Jêderan gotin: Bi şevê, daran hil dikin û bi otombîlan bar dikin, ta niha koma giştî ya darên hilkirî ji wê zeviyê 600 dar in û 3 mal hatine rûxandin da ku projeya xwe fereh bikin.
Jêderan tekez kirin: Ji 2 salan ve çekdarên Emşat, derdora donimekê ji zeviyên kurdan desteser kir, da ku nexweşxaneyekê ava bikin, lê niha diyar bû ku avahiya damezrandiye, kiriye baregeha leşkerî".
Herêma Efrînê di bin destê Turkiyê û çekdarên "Artêşa Niştîmanî" ya bi ser "Hikûmeta Sûriya Demkî" de ye, komên wê artêşê ji xwe re bajar, navçe û gundên Efrînê parve kirine, Emşat yek ji wan koman e, navçeya Şiyê, û navenda navçeya Mabeta û hin gundên