Nêzîkî 200 malbatên Ereb ên hawirde ji Efrînê derketin
Welat TV – Hewlêr
Nêzîkî 200 malbatên hawirde yên Ereb ji herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê derketin.
Jêderekê ji gundê Kefirsefrê yê navçeya Cindirêsê îro 12 Çileya 2025an, ji Welat TV re got, 130 malbat ji sê kampên li deşta gundê Kefirsefrê derketine û berê xwe dane Cebel El-Zawiyê yê Idlibê.
Da zanîn ku 25 malbatên ji gund bi xwe derketine û vegeriyane malên xwe.
40 malbat ji gundê Qurnê derketine
Li navçeya Bilbilê jî, îro 15 malbatên Ereb ji gundê Qurnê derketine û duh 25 malbat vegeriyabûn, parêzgeha Himsê.
250 mal in
Jêderê tekez kir ku hejmara malan li gundê Qurnê 250 ye, ji ber derketina berdewam bi tenê çend malbatên Ereb mane.
Duh jî 6 malbatên Ereb ji navenda navçeya Şiyê û gundê Qermitliq derketin û berê xwe dan gundên xwe li her du parêzgehên Hema û Idlibê.