Civîna Riyad banga bidawîkirina sizayên li Sûriyê dike
Welat TV - Hewlêr
Li Riyada paytexta Si´ûdiyê civîneke berfreh a Erebî û navdewletî derbarê Sûriyê de hat lidarxistin.
Îro Wezîrên Derve yên welatên Erebî li Riyadê bi beşdariya Wezîrê Derve yê Turkiyê û nûnerên welatên rojavayî civîna xwe bi dawî kir.
Di civînê de, berprsên rojavayî ji Fransa, Brîtaniya, Elmaniya, Îtaliya û Spaniya serbarî şandiyê navdewltî yê taybet bo Sûriyê Geir Pedersen, Nûnerê Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlekariyê di Yekîtiya Ewropayê de û Cîgirê Wezîrê Derve yê Emerîka Jon Pas, beşdar bûn.
*Divê serweriya Sûriyê bê parastin
Beyanameya dawîn ya civîna Riyad tekezî li ser piştevaniya piroseyeke veguhêz ku gerentiya mafên hemû aliyên siyasî û civakî yên Sûrî dike, kir.
Her weha beyanameyê banga bidawîkirina sizayên li ser Sûriyê kir ji bo başkirina rewşa abûrî ya dijwar.
Beyanameyê tekez kir jî ku divê Sûriyê nebe cihê dilgiraniya welatên cîran, cihê terorê lê tune be û serweriya wê were parastin.