HRW banga parastina belgeyên zindanên Rêjîma Esed dike
Welat TV - Hewlêr
Rêxistina Human Rights Watch ji hikûmeta karbirêker a Sûrî xwest ku belgeyên di nava zindanên Rêjîma Esed û şaxên wê yên ewlekariyê de hatine dîtin, biparêz e.
Human Rights Watch di daxuyaniyekê de got ku bi dehan hezar Sûrî li ser destên hêzên Rêjîma Esed, hatine wendakirin û mafê malbatên wan heye ku çarenivîsa wan nas bikin.
Rights Watch bang li hikûmeta karbirêker kir ku belgeyên di nava zinadanên Rêjîma Esed biparêze ji bo diyarkirina çarenvîsa wendabûyan.
Rêxistinê diyar kir ku ew belgeyên di nava zinadanan de hatine dîtin, dê gava yekem be ji bo sizakirina berpirsên Rêjîma Esed.
Meha bûrî, Şandeke Rêxistina Human Rights Watch serdana Şamê kir, û li ser hijmarek girtîgeh û nexweşxaneyên ku termên girtiyan li wan dihatin komkirin, her weha hijmarek gorên bikom, geriya.
►Her weha bixwîne: Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekgirtî ji bo Mafên Mirovan gihişte Şamê