Dronekê 2 kes li gundewarê Idlibê kuştin
Welat TV - Hewlêr
Di bombebarana dronekê de 2 kes li bajarê Sermeda yê bi ser Idlibê ve hatin kuştin.
Li gorî medyaya xwecihî, îro 15ê Çileya 2025an, droneke hevpeymaniya navdewletî motorsîklek li Bakurê Rojavayê Sermeda nêzîkî sînorên Sûrî Turkî bombebaran kir.
2 kuştî ne
Tîma Berevaniya Sivîl da zanîn ku di wê bombebaranê de 2 kes hatine kuştin û yekî din jî ku nêzîkî cihê bombebaranê bû birîndar bûye.
Nasname ne diyar in
Ta niha nasnameya kesên hatine armanckirin ne diyar in û hûrgilî nehatine zanîn.
Erkê Hevpeymaniya Navdewletî
Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di 13 Êlûna sala bûrî Mîrek û 3 çekdarên DAIŞê li derdora Reqayê, kuştibûn, û her dem radigihîne ku ew ê di armanckirina terorîstên DAIŞê de berdewam bin.