Ji ber nehatina baranê û gefan.. Gelek zeviyên Kobaniyê nehatine çandin

Ji ber nehatina baranê û gefan.. Gelek zeviyên Kobaniyê nehatine çandin

Welat TV - Hewlêr

Ji ber nehatina baranê û gefên Turkiyê, gelek zeviyên bajarê Kobaniyê hîn nehatine çandin.

Îsal ta niha hîn tu baraneke baş nehatiye, cotkarên Kobaniyê dilgiran in, û piraniya zeviyan hîn nehatine çandin, tu çareserî li cem wan tune ye, bi tenê hêviya baraneke zêde dikin.

Li aliyekî din gelek zeviyên gundên Kobaniyê yên li ser sînor bi Turkiyê re, weke bûr mane, ji ber topbaran û bombebaranên Turkiyê yên her dem û demekê li nêzîkî sînor.

*Cotkar bê hêvî ne

Vê yekê bêhêvîbûneke mezin derxistiye holê, welatî dibêjin ku eger ew zeviyên xwe niha biçînin û baran jî bibare bê sûd e, ji ber ku demeke baş bi ser demsala çandiniyê re bûrî ye.

Çandinî jêdera abûrî ya sereke ye ji xelkê Kobaniyê re, ji ber vê yekê eger demsala çandinyê xirab be, dê rewşeke zihmet li bajêr derkeve holê, nexasim ku têçûna çandinya her hektarek genim dighe derdora 90 dolarên Emerîkî.